Îsraîlê bi Elmanyayê re li ser peymana herî mezin a çekan li hev kir
Wezaretên Parastinê yên Elmanya û Îsraîlê ragihandin ku DYE'yê qebûl kiriye ku Elmanya bi 3.5 milyar dolarî sîstema parastina hewayî ya Arrow 3 bikire.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê û Wezareta Parastinê ya Federal a Elmanyayê, hikumeta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) qebûl kiriye ku Elmanya sîstema parastina fuze ya Arrow 3 ku bi hevkariya Îsraîl û DYE'yê hatiye çêkirin, bikire.
Ev peymana ku bi 3.5 milyar dolarî hate kirin, peymana herî mezin a parastinê ye ku Îsraîlê heta niha kiriye.
Arrow 3 bi taybetmendiya xwe ya menzîldirêj û parastina di asta bilind de, ji bo astengkirina fuzeyên balîstîk ên li atmosfera derve hatiye amadekirin.
Ev sîstema teknolojîk a dawî ji bo bêbandorkirina gefan bi nêzîkatiya 'lê bide û bikuje' tê bikaranîn.