Îsraîlê: Şer wê herî kêm 7 mehan dewam bike

Artêşa Îsraîlê li herêma Refah a Şerîda Xezeyê operasyonên xwe berfirehtir kir.

Tevî nerazîbûnan jî artêşa Îsraîlê roja Çarşemê îdîa kir ku ew herêma Philadelphia ku bi dirêjahiya 14 kîlometreyane û herêma tampon a li ser sînorê Misrê nêzî Refahê ye, xistiye bin kontrola xwe. 

Berdevkê artêşa Îsraîlê Tugamiral Daniel Hagarî got, "Korîdora Philadelphiayê ji bo Hamasê ji Şerîda Xezeyê re çek dabîn bike, mîna lûleyê oksîjenê bû. “

Îsraîl diyar dike ku dibe ku şer "heft mehên din" dewam bike. 

Roja Çarşemê li Refeh piştî ku tankên Îsraîlê ketin navenda bajêr pevçûn û bombekirina kolanan pêk hat. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di nava sê hefteyan de nêzî mîlyonek Fîlîstînî ji Refahê reviyan.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, di êrîşên Îsraîlê yên li Şerîda Xezeyê de heta niha herî kêm 36 hezar 171 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber şer 2,4 mîlyon welatiyên Xezeyê neçar man koçber bibin û ev yek rê li ber karesateke mezin a mirovî vekir.

NERAZÎBÛNÊN NAVNETEWEYÎ

Cezayîrê pêşnûmebiryarek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û daxwaza agirbestê kir. Serokdewletê Çînê Şî Cinping ji bo pêkhatina konferanseke aştiyê ya berfireh bang kir. Serokkomarê Misrê Abdûlfettah El-Sîsî xwest ku koçberkirina welatiyên Xezeyê bi dawî bibe.