Îsraîl wê pereyên para Filîstînê bide

Îsraîl ya ku ev serê çend mehan bû ku dest datanî ser fonên Filîstînê, qebûl kir ku ew ê fonan bide.

Piştî muzakereyên di navbera Rêveberiya Xweser a Filîstînê û Îsraîlê, peyman hate danîn ku 400 milyon euroyên ji bo Filîstînê were dayîn. Îsraîlê ji serê meha Sibatê de ev fon dabû sekinandin, piştî sibê wê vê fonê bidin Filîstînê. Îsraîlê alîkariya malbatên kesên ku girtiyên wan hene û alîkariya ji bo xwepêşanderan kiribû hincet û ev fon bloke kiribû.

Piştî vê biryara di meha Sibatê de rêveberiya Filîstînê jî diyar kiribû ku divê ev fon hemû were dayîn. Ji ber ku ev fon nehatibû dayîn li Filîstînê nîvê meaşê karker û karmendan hatibû birîn.

Li gorî daneyên Bankaya Cîhanê li Filîstînê rêjeya bêkariyê 30 ji sedî ye.