Îsraîl wê bi fermî ji nava UNESCO derkeve

Piştî DYA'yê, Îsraîlê jî ragihand ku UNESCO li dijî wan ketiye pozîsyona dijber û diyar kir ku bi fermî ji nava UNESCO derkeve.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Çand, Zanistî û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), Îsraîlê ragihand ku wê ji 31'ê Kanûna 2018'an û pê ve bi rengekî fermî veqete.

Dîrektorê UNESCO'yê Aûdrey Azoûlay daxuyanî da û anî ziman ku ew ji ber biryara hikumeta Îsraîlê ya ku bi hinceta 'biryarên li dijî Îsraîlê hatine îmzekirin' daye, 'gelekî xemgîn in'. Azoûlay diya rkir ku UNESCO azadiya fikir û ramanê diparêze û li ber antî semîtîzm û nîjadperestiyê radibe.

Daxuyaniya destpêkê ya li ser derketina Îsraîlê ji nava UNESCO'yê Cotmehê hatibû kirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî biryar dabû ku ji UNESCO ya ku ji sala 2011'an û vir ve mehaneyên wê nade, derkeve.

Tê gotin, cihgirtina bajarê dîrokî El Xelîl ê li Fîlîstînê li nava lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê û qebûlkirina Fîlîstînê weke dewleteke cuda li nava yekîtiyê, di vê biryara Îsraîlê de bi bandor e.