Îsraîl razî ye ku Esad ji nû ve bibe xwedî otorîte

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avîgdor Lîeberman got, eger desthilatdariya navendî ya Beşar El Esad ji nû ve bê avakirin, wê Golan hîn aram be.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Lîeberman ji çapemeniyê re axivî û got, "Li gorî me, rewş wê li rewşeke dişibe ya beriya şerê navxweyî vegere. Ev jî tê wateya mûxatabekî rastî, kesekî xwedî berpirsyarî û desthilatdariyeke navendî."

Lîeberman diyar kir ku di rewşeke wiha de wê fikarên Îsraîlê yên li ser mijara Golanê kêmtir bibin.

Hêzên rejîma Sûriyeyê bi desteka hêzên hewayî yên Rûs, ev mehek e herêmên li başûrê rojava yê Sûriyeyê ku di destê komên çekdar de bû, kontrol kirine. Ev herêm li ser sînorê herêma Golanê ye ku sala 1981'ê beşek ji wê ji aliyê Îsraîlê ve hate dagirkirin.