Îsraîlê dibistana ku koçber xwe lê ragirtibûn bombe kir: 18 kes mirin

Parastina Sivîl a Xezeyê, roja Çarşemê ragihand ku Îsraîlê bi hinceta şervanên Hamasê li dijî dibistana ku koçber xwe lê ragirtine êrîşa hewayî pêk aniye û di encamê de 18 kes hatine kuştin.

Berdevkê Parastina Sivîl Mahmûd Basal, diyar kir ku di encama êrîşê de du xebatkarên Ajansa penaberên Filîstînê yê Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) jî di nav de 18 kes mirine û herî kêm 18 kes jî birîndar bûne. 

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres jî piştrast kir ku personelên Unrwa li cihê bûyerê mirine û ragihand ku hejmara miriyen 6 kes in. 

Guterres got, “Dibistaneke ku ji bo 12 hezar kesî veguherîbû stargehê, îro dîsa bû hedefa êrîşên Îsraîlê. Di nava miriyan de 6 hempîşeyên me yên ji Unrwa ne."

Guterres got, “Tiştên îro li Xezeyê tên jiyîn teqez nayên qebûlkirin” û destnîşan kir ku divê ev binpêkirinên dramatîk ên li dijî hiqûqa însanî ya navneteweyî tavilê bên sekinandin.

Unrwa jî got, "Di vê êrîşê de hejmara herî zêde a xebatkarên me, hatin kuştin." 

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku hêzên hewayî li dijî dibistana El-Cunî "êrîşeke hesas li dijî terorîstên ku di navenda fermandariya Hemasê de dixebitin" pêk anî. 

Servîsên çapemeniyê yên hikûmeta Hamasê ya li Şerîda Xezeyê, diyar kirin ku dibistana ji aliyê Unrwa ve tê birêvebirin, bi qasî 5 hezar mirovên koçber xwe lê ragirtibûn.