'Îsraîl metreyekê jî tevlî xwe bike wê Rêveberiya Filistînê hilweşe'

Sekreterê Giştî yê Tevgera Rizgariya Filistînê Saîb Erekat hişyarî da ku eger Îsraîl li Şerîa Rojava "metreyekê jî bi ser xwe ve bike, wê rêveberiya Filistînê hilweşe". Erekat destnîşan kir ku Netanyahû hewl dide Hamasê li ser piyan bihêle.

Muzakerevanê sereke yê rêveberiya Filistînê Saîb Erekat ji qenala televîzyonê ya Kanal 12 re axivî û got, "Eger hûn metreyeke bi tenê ya Şerîa Rojava tevlî xwe bikin, ji her tiştên li navbera çem (Urdun) û deryayê (Derya Spî) biqewimin, hûn ê berpirsyar bin."

Erekat got, "Eger îlheq bê kirin wê Rêveberiya Filistînê nikaribe li ser piyan bimîne. Netanyahû (Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû) dixwaze Rêveberiya Filistînê hilweşe û Hamas li Şerîda Xezayê bidome."

Îlheqkirina beşeke girîng a Filistînê di plana DYE'yê de cih digire. Li gorî plana ku 28'ê Çileyê ji aliyê Serokê DYE'yê Donald Trûmp ve hate eşkerekirin, koloniyên Yahûdî yên ku ji sala 1967'an ve li Şerîa Rojava ya dagirkirî hatine avakirin û Geliyê Urdunê wê tevlî Îsraîlê bên kirin. Sînorê rojhilat ê Îsraîlê bi vî rengî tê destnîşankirin.

Plan, Qûdsê weke paytexta 'neparçebûyî' ya Îsraîlê pênase dike, taxên li qiraxa rojhilatê Qûdsê jî weke paytexta Filistînekê pêşniyar dike. Rojhilatê Qûdsê ji sala 1967'an ve ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin.

Di destê gelê Filistînê de halêhazir Şerîda Xezayê û Şerîa Rojava hene. Lê belê koloniyên Yahûdiyan ên neqanûnî yên li Şerîa Rojava ewqasî berfireh kirin, ku êdî mirov nikarin qala yekparebûna xaka Filistînê bikin.

Delagasyona Filistînê ya li Neteweyên Yekbûyî, rojên dawî pêşnûme biryarek derxist pêş ku nêta îlheqkirinê şermezar dike.

PIRANIYA ÎSRAÎLIYAN LI DIJÎ ÎLHEQKIRINÊ NE

Li gorî anketekê ku ji aliyê Koma Însiyatîfa Cenevreyê ve hate kirin, piraniya Îsraîliyan li ber projeya îlheqkirinê ya hikumetê radibe. Ji beşdarên aketê 41.7 ji sedî li dijî îlheqê ne, 32.2 ji sedî piştgiriyê didin. Li gorî heman anketê 48 ji sedî yê Îsraîliyan di wê baweriyê de ne ku hewldana îlheqkirinê wê zerarê bide şensê aştiya bi Filistîniyan re û tenê 13.8 ji sedî îdîa dikin ku wê tevkariyê li aştiyê bike.

Roja Şemiyê bi hezaran Îsraîlî li Tel Avîvê li dijî projeya îlheqkirinê meşiya bûn.