Îsraîl hewl dide têkiliyên xwe yên bi Ereban re xurt bike

Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî dest bi amadekariya Pêşangeha Gerdûnî ya 2020'î (Expo 2020 Dûbaî) kir. Îsraîl jî bi vê wesîleyê dixwaze têkiliyên xwe yên bi welatên Kendavê re xurtir bike.

Dûbaiyê bi merasîmeke mezin dest bi pêvajoya amadekariyê ya Expo 2020'î kir. Tê payin ku pêşangeh ji bo Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî hatineyeke mezin bi xwe re bîne. Herî kêm wê 192 welat li pêşangehê bên temsîlkirin û tê payin ku 25 milyon mirov serdana wê bikin.

Îsraîl jî yek ji wan welatane ku wê tevlî pêşangehê bibe. Îsraîl ku li nava welatên Ereban îmajeke xwe ya baş nîne, bi Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî re xwedî têkiliyên dîplomatîk nîne. Lê belê bi vê wesîleyê li pey wê yekê ye ku bi dînamîka herêmî re bikeve rewşeke aheng. Îsraîl ji xwe demeke hewl dide xwe nêzî hin monarşiyên Kendavê bike.

Rayedarekî Îsraîlî ku navê xwe eşkere nekir, ji AFP'ê re ragihand, "Di mijara gefa Îranê de em û hin welatên Kendavê mîna hev difikirin. Stratejiya me û ya van dewletan heman stratejî nîne, lê belê berjewendiyên me digihêjin hev."

Beriya demeke nêz destûr hate dan ku atletên Îsraîlî beşdarî pêşbirkên li monarşiyên Kendavê bibin. Li pêşangeha Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî jî wê kulûbeyeke bi rengên dewleta Îsraîlê hebe. Rayedarên Îsraîlî ji bo xwe nêzî welatekî Ereb û Misilman bike ve yekê weke firsendekê dibînin.

Serokwezîr Benyamîn Netanyahû diyar kir ku tevlîbûna Îsraîlê li pêşangehê beşek ji pêşketina asayîbûna têkiliyên bi dewletên Ereb re ye.