Îsraîl guh nade hişyariyan: Li Refahê nêzî 100 kes hatin kuştin

Îsraîl li gel nerazîbûnên zêde jî bombardûmaneke giran li ser Refahê dike ku nêzî sînorê Misrê ye. Di operasyonên bi şev de nêzî 100 kes hatin kuştin.

Şerê li Xezeyê di roja 129'an de dewam dike. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, Îsraîlê li bajarê Refahê ku li ser sînorê Misrê ye bi şev operasyonek kir ku di encamê de nêzî 100 kes hatin kuştin.

Li gorî hikumeta Hamasê, di çarçoveya vê operasyonê de êrîş li ser 14 mal û sê mizgeftên li herêmên cuda yên Refahê hate kirin.

LI GORÎ ÎSRAÎLÊ 2 DÎLGIRTÎ HATIN RIZGARKIRIN

Hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê diyar kirin ku di vê operasyonê de ji Îsraîliyên di 7'ê Cotmehê de ji aliyê şervanên Hamasê ve hatin revandin 2 dîlgirtî hatin rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniyê, "Fernando Sîmon Marman ê 60 salî û Loûîs Har a 70 salî li Refahê di operasyona bi şev a artêşa Îsraîlê, Shîn Beth (Ewlekariya Hundirîn) û polîsan de hatin rizgarkirin."

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ: REFAH JI BO MIROVÊN JI ŞER DIREVIN STARGEHA DAWÎ YE

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, 1,4 milyon Fîlîstîniyên ji şer reviyan xwe li ser sînorê Misrê girtine û bajarê Refahê ji bo wan stargeha dawî ye.

Bajarê ku bûye mîna kampeke mezin, bajarê dawî yê herêmê ye ku artêşa Îsraîlê hîn neketiye navenda bajêr.

HIŞYARÎ

Serokê DYE'yê Joe Bîden roja Yekşemê bi telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê re axivî û bang lê kir ku 'ewlekariya nifûsa Fîlîstînê misoger bike'. Gelek welat hişyariyê didin ku êrîşek li ser vî bajarê qelebalix wê bibe sedema rûdana felaketeke mirovî.

NETANYAHÛ GUH NADE HIŞYARIYAN

Benyamîn Netanyahû ji qenala ABC News re axivî û Refah weke 'keleha dawî' ya Hamasê pênase kir û got, "Serketin nêz e." Netanyahû îdîa kir ku Îsraîl ji bo gelê sivîl karibe bajêr biterikîne wê 'rêyeke ewle' ava bike, lê negot ku sivîl dikarin xwe li ku bigirin.

Serokwezîrê Îsraîlê roja Duşemê daxuyaniyeke nû da û îdîa kir ku li Şerîda Xezeyê ji bo berdana 'hemû dîlgirtiyan', dewamkirina zexta leşkerî 'heta serketinê' wê têrker be.

HAMAS: ÊRÎŞA LI SER REFAHÊ DEWAMA ŞERÊ QIRKIRINÊ YE

Hamasê roja Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşa Îsraîlê ya bi şev a li ser bajarê Refahê, dewamek ji 'şerê qirkirinê' û 'hewldanek ji bo koçberkirina bi zorê ya xelkê Fîlîstînê' ye.