Îsraîl daxwaza lêpirsîna serbixwe ya KMMNY’yê red kir

Îsraîlê ragihand ku wê biryara lêpirsîna serbixwe ya ji aliyê NY’yê ku têkildarî bûyerên li Xezzeyê ku têde 60 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dabûn, nas nekin.

Di biryara rûniştina îro ya ji aliyê Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (KMMNY) ve hate girtin de, têkildarî bûyera ku li ser sînorê Îsraîlê ku qewimî û têde 60 kesî jiyana xwe ji dest dabû, ragihandibû ku wê tîmeke lêpirsînê ya serbixwe erkdar bikin.

Di dengdana 29 welatan ‘erê’ û 2 jî ‘na’ deng bikaranî de, 14 welat jî deng bikar neanîn. Li bendê bû ku têkildarî mijara lêpirsînê divê bi lezgîn biçûbûna herêmên ku ji 30’ê Adarê ve bûyer lê diqewimin lêkolîn bidaban destpêkirin.

Rêveberiya Îsraîlê nerazîbûn nîşanî biryara KMMNY’yê da, Di daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Îsraîlê hate kirin de biryara KMMNY’yê weke ‘durû’ û ‘tewşî’ pênase kir.

Wezareta Karê Derve ya Îsraîlê ragihand ku ew biryara KMMNY’yê red dike, îdîa kir ku biryar di nava saziyên ‘antî Îraîl’ de weke nîşaneya helwestê ye.