Îslamîstên radîkal li Bûrkînayê êrîş kirin: Herî kêm 20 kes mirin

Hat ragihandin ku kesên tê payîn Îslamîstên radîkal in li dijî restoranteke li Bûrkîna Faso êrîş li dar xistine û herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li paytexta Bûrkîna Faso Oûagadaoûgoûyê ya yek ji welatê Rojavayê Efrîqayê ye, tê texmînkirin ku ji aliyê komên ‘cîhadî’ ve êrîşek hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Ragihandinê yê Bûrkînayê Remî Dandjînoû ve hatî kirin bûyer, ‘êrîşeke terorîstî’ ye.

Di êrîşa li dijî restoranta Azîz Îstenbûl de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên ku êrîş pêk anîne ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Hat zanîn ku ji kesên jiyana xwe ji dest dayîne, herî kêm yek jê hemwelatiyê Fransayê ye û piraniya wan tûrîst in.

Li Bûrkîna Faso ya ku sînorê wê bi Maliyê heye ya ku grûbên Îslamîstên Radîkal xebatên xwe didin meşandin, êrîş jî herî zêde li herêma bakur a sînor pêk tên.