Îskoçya dixwaze di sala 2023’an de referandûma serbixwebûnê li dar bixe

Serokwezîra Îskoçyayê Nîcola Stturgeon ragihand ku ew bi biryar in ku di payîza 2023’an de referandûma serbixwebûnê li dar bixin.

Tevî ku hikûmeta Îskoçyayê di referandûma berê ya serxwebûnê de bi ser neket, dixwaze referandûmeke nû organîze bike.

Serokwezir di axaftina xwe ya parlementoya xwecîhî de wiha got: “Ez dikarim eşkere bikim ku hikûmeta Îskoçyayê pêşniyar kir ku referandûma serbixwe  di 19’ê Cotmeha 2023’an de  pêk were.”

Li gorî serokê Partiya Serbixwe (SNP) Sturgeon, ji bo ku referandûm pêk were pêwîstî bi erêkirina hikûmeta Ingîlîz heye.

Îskoçyayê di sala 2014’an de ji bo serxwebûnê referandûmek kiribû ji sedî 55’ê beşdaran xwestibûn ew di nav Kraliyeta Yekbûyî de bimînin.

Serokkomarê Îngîlîzistanê Borîs Johnson têkîldarî dengdanê dibêje ku referandûmeke bi vî rengî tenê “nifşê careke” tê kirin.

Sturgeon diyar kir ku ew amade ye ku bi Serokwezîrê Îngîlizistanê re guftûgo bike û destnîşan kir ku ew ê nehêlin ku demokrasiya Îskoçyayê bibe mehkûmê Borîs Johnson.

Serokkomarê Îskoçyayê her wiha ji Dadgeha Bilind xwest ku diyar bike ku Parlementoya Îskoçyayê bêyî erêkirina hikûmeta Ingîlîz dikare refarandûmê bike yan na. Dadgeh piştrast kir ku ew ê dozê binirxîne, ger dadgeh vê yekê erê bike wê serokê serxwebûnê bi ser bikeve.

Ger dadgeh li dijberê vê biryar bide, Stturgeon hişyarî da ku vê carê ew ê hilbijartinên giştî yên sala 2024’an ku tê texmînkirin bên kirin,  weke refarandûmek “defakto” bi kar bîne. Wê bi tenê xaleke serxwebûnê hebe: Gelo divê Îskoçya bibe welatekî serbixwe yan na?