Îranê têkiliyên xwe bi Cîbutî re ji nû ve saz kir
Îranê ragihand ku wê têkiliyên dîplomatîk bi Cîbutî ya ku li Afrîkayê ye, ku zêdetirî 7 sal berê qut bûbûn, ji nû ve saz kirin.
Îranê ragihand ku wê têkiliyên dîplomatîk bi Cîbutî ya ku li Afrîkayê ye, ku zêdetirî 7 sal berê qut bûbûn, ji nû ve saz kirin.
Piştî Îran ku piraniya wan Şîe û Erebîstana Siûdî ku piraniya wan Sunî ne ku du welatên girîng ên Rojhilata Navîn in, di meha Adarê de bi rêya Çînê ve pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ji nû ve saz kirin, hikûmeta Îranê ragihand ku wan bi Cîbutî re jî careke din peywendiyên xwe danîne.
Peywendiyên her du welatan piştî kuştina oldarekî Şîe li Erebistana Siûdî û êrîşa ser sefaretxaneya Erebîstana Siûdî li Tehranê di Çileya 2016’an de qut bûn.
Cîbutî û welatên din ên Komkara Erebî jî bi nîşana hevgirtinê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Tehranê re qut kirin.
Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr-Abdullahiyan di daxuyaniya xwe ya li ser malpera X (berê wekî Twitterê dihat naskirin) got, “Îro Îran û Cîbutî bi daxuyaniyeke fermî destpêkirina peywendiyên dîplomatîk ragihandin.”
Ev daxuyanî piştî hevdîtina Emî Abdullahiyan û hevmeqama wî yê Cîbûtî Mahamûd Alî Yûsuf di dema civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê hat.
Cîbutî li peravên Derya Sor e, li hemberî Yemenê ye ku Îran û Erebîstana Siûdî şerên wekaletê lê dimeşînin.
Wezareta karên derve ya Îranê roja Pêncşemê ragihand ku Îran û Cîbutî li ser "pêşxistina peywendiyên xwe yên dostane" û "bihêzkirina hevkariyê" di warên cuda de li hev kirine.