Îranê Shekariyê di çalakiyên protestoyî de girt, bi dar ve kir

Îranê ragihand ku Mohsen Shekariyê di çalakiyên protestoyî de girtiye bi dar ve kiriye û da zanîn ku ev kesê yekemîn e ku ji ber çalakiyên protestoyî ji aliyê Tehranê ve hatiye bidarvekirin.

Ajansa Nûçeyan Mîzan ku ji aliyê daraza Îranê ve tê birêvebirin, got ku Mohsen Shekarî di Dadgeha Şoreşê ya Tehranê de hatiye mehkûmkirin.

Tê zanîn ku dadgehên heyî nahêlin yên tên darizandin parêzerê xwe hilbijêrin ya jî delîlên di eleyhê xwe de jî bibînin. Ajansê, got ku Shekarî bi girtina rêyeke li Tehranê û birîndarkirina endamekê hêzên ewlehiyê hatiye sûcdarkirin.

Mîzanê da zanîn ku Shekarî 25’ê Îlonê hatiye girtina û anî ziman ku 20 Mijdarê ji sûcê şerkirina bi Xwedê re hatiye mehkûmkirin. Ji sala 1979’an heta bi niha bi dehan salan kes bi vê sûcdariyê hatine sûcdarkirin û cezayê vî sûcî mirin e. Mîzanê bi lêv kir ku parêzerê Şekarî îtîraz li ceza kiriye lê bi ser neketiye.

Li gor koma Aktîvîstên Mafên Mirovan ji destpêka xwepêşandanan ta bi niha, herî kêm 475 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di xwepêşandanan de hatine kuştin û zêdeyê 18 hezar kes jî hatine destgîrkirin.