Îranê êriş bir ser baregeha DYE'yê

Îranê ragihand, ji bo bersivdana li kuştina Qasim Silêmanî wan êriş birine ser baregeheke hewayî ya Emerîkayê ya li Iraqê.

Êriş nîvê şevê li dijî baregeha hewayî ya Eyn el Esad a li rojavayê Iraqê pêk hat. Tê gotin ku di êrişê de fuzeyên ji bejahî diavêjin bejahiyê hatine bikaranîn û herî kêm 10 fuze li baregehê ketine.

Di nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê de hate ragihandin ku êrişa li dijî baregehê bersiva li kuştina Qasim Silêmanî ye. Di nûçeyê de ku agahiyên xwe dispêre rayedarên dewletê yên Îranê, gef hate xwarin ku di êrişêke gengaz a DYE'yê de wê 'bersiveke hîn bêhtir hilweşîne' bê dayin.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp jî der barê êrişê daxuyaniyek da û diyar kir ku haya wî ji êrişê heye û rewşê ji nêz ve dişopîne.

Berdevka Trûmp Stephanîe Grîsham jî destnîşan kir ku Serokê DYE'yê piştî êrişê bi şêwirmendên xwe yên ewlekariya neteweyî re civiya.