Îranê di nava şeş mehan de 354 kes bi dar ve kirine
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, şeş mehên pêşîn ên sala 2023’yan qet nebe 354 kes hatine bidarvekirin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, şeş mehên pêşîn ên sala 2023’yan qet nebe 354 kes hatine bidarvekirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê IHR) ku navenda wê Norwec e, ragihand ku di nava şeş mehên sala 2023’yan de qet nebe 354 kes hatine bidarvekirin.
Hat diyarkirin ku ji sedî 20’ê kesên hatine bidarvekirin, Belûc in ku tev li xwepêşandanên protestoyî yên li dijî rejîmê bûne.
Li gor IHR’yê, 206 kes ji ber sûcbariya firotina tiryakê hatine bidarvekirin.
Di nav kesên hatine bidarvekirin de 6 jin jî hene.
Midûrê IHR’ê Mehmûd Amirî-Mihedem got: ‘’Ji bo tirsandina civakê û girtina rê li ber xwepêşandanên protestoyî kesan bi dar ve dikin.’’