Îranê 'bajarên fuze yên binê erdê' ava kiriye!

Şefê Hêzên Deryayî yên Mûxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku li seranserê peravên Kendavê "bajarên fuzeyan ên binê erdê" ava kirine û ev yek ji bo dijminên Îranê bûye "kabûs".

Kontr-amîral Alî Riza Tangsîrî ji rojnameya Sobhê Sadik a heftane re axivî û got, "Îranê li seranserê Kendava Farsê û Kendava Ûmmanê bajarên fuzeyan ên binê erdê ava kiriye."

Tangsîrî diyar kir ku ev avanî "Ji bo dijminên Îranê bûye kabûs."

Rejîma Îranê ji bo navendên binê erdê yên ku çekên xwe yên ji bo parastina ji hêzên hewayî gotina "bajarên fuzeyan" bi kar tîne.

Rayedarê leşkerî yê Îranî her wiha bêyî ku detayan eşkere bike, ragihand ku fuzeyên nû yên menzîla xwe dirêj û keştiyan ava dike.

Ev daxuyanî piştî çend rêze teqînên rojên dawî yên li Îranê hate dayin. Yek ji teqînan jî li santrala nukleerî ya Natanzê pêk hatibû ku bandor li hilberîna santrîfuj a nukleerî kiribû.