Îran peykeke nû ya çavdêriyê difirîne

Rejîma Îranê xwe kar dike ku bi navê "çavdêriya zanistî" peykeke nû bifirîne fezayê.

Hate ragihandin ku peyk wê di nava çend rojan de bê şandin. Serokê Ajansa Fezayê ya Neteweyî Mûrtaza Berarî ji AFP'ê re axivî û anî ziman, navê "Zafer" li peyka çavdêriya zanistî hatiye kirin.

Berarî got, "Beriya sê salan 80 zanistên Îranî dest bi çêkirina peyka 'Zafer' kiribûn", lê belê wekî din detay li ser peykê neda.

Hate ragihandin ku peyka 113 giran e dikare rojê 15 caran li dora cîhanê bigere. Peyk wê bi 530 kîlometreyî dûrî cîhanê li rêgeha cîhanê bê bicihkirin.

Berarî diyar kir, peyk wê 18 mehan bixebite û wezîfeya xwe ya bingehîn jî "hevdana dîmenan" e. Berarî anî ziman, bi taybetî di mijarên lêkolînkirina erdhejê, agahîwergirtinê, pêşîgirtina li karesatên xwezayî û pêşvebirina çandiniyê de pêwîstiya wan bi peykeke wiha heye.

Berarî got, "Ji bo welatê me qonaxeke nû ye" û bi bîr xist, Îranê berê jî peykeke li dûrahiya 250 kîlometreyî li rêgehê bi cih kiribû.

Dewletên rojavayî ji ber bernameya peykê ya Îranê fikarên xwe tînin ziman. Berarî îdîa kir ku Îran dixwaze "feza bi rengê aştî bê bikaranîn" û got, "Karên me yên li ser fezayê eşkere û zelal in."

Serokê Saziya Fezayê ya Îranê her wiha ragihand, Îran plan dike ku heta Adara 2021'ê pênc peykên din jî amade bike.

Rejîma Îranê di Çileya 2019'an de xwestibû ku peyka bi navê "Peyam" li rêgeha cîhanê bi cih bike, lê bi ser neketibû. Ragihandibû ku ew peyk jî ji bo berhevkirina agahiyên li serg uhertina hawirdorî bû.