Îran: NY divê çavdêriyê li bernameya nukleerê ya Israîlê bike

Rejîma Îranê ji NY'yê xwest ku gefên Israîlê mehkûm bike û çavdêriyê li bernameya nukleerê bike.

Serokwezîrê Israîlê Benyamîn Netanyahû dawiya Tebaxê dema ku çû serdana rektora nukleerê ya veşartî gef xwar û got Israîl, 'xwedî hemû derfetan e ku dikare dijminên xwe tine bike''. Ev daxuyaniya Netanyahû bi rengê ku amaje bi 'bombeya atomê' kiribe hate şîrovekirin.

Li gorî ajansa nûçeyan Farsê sefîrê NY'yê yê Îranê Gulumalî Hoşru ji Sekreterê Giştî yê NY'yê û Konseya Ewlehiyê re name nivîsî û got, ''Divê endamên Neteweya Yekbûyî ji vê gefxwarinê re çavê xwe negirin û çekên nukleer ên Israîlê ji holê rakin.''
Hoşru xwest ku NY zorê li Israîlê bike ku Peymana Pêşîgirtina Berbelavbûna Çekên Nukleer îmze bike û bernameya nukleer a Israîlê bi çavdêriya Saziya Enerjiya Atomê ya Navnetewî be.
Israîl ne hebûna bombeya atomê piştrast kir û ne jî li derewê qeliband, 2015'an hewl dide ku van hêzên ku bi Îranê re peymana nukleerê îmze kirin ji vê peymanê vekişîne.