Îran kesê ku cihê Suleymanî ragihandiye wê bi dar ve bike

Rejîma Îranê xwe amade dike ku kesê cihê Fermandarê Hêza Qudûsê Kasim Suleymanî ragihandiye, bi dar ve bike.

Berdevkê Erka Darizandinê ya Îranê Gulam Huseyîn Îsmaîlî got “Cezayê bidarvekirinê li sîxurê CIA û Mossadê Mahmûd Mûsavî-Majd hatiye birîn.”

Îsmaîlî diyar kir ku vî kesî cihê Kasim Suleymanî ji ‘dijmin’ re ragihandiye.

Kasim Suleymanî yê ku Fermandarê Hêza Qudûsê ye di 3’ê Çileyê de ji aliyê droneyeke Emerîkayê li Bexdayê hatibû kuştin.

Îranê jî çend roj şûnde bi fuzeyan li baregeha DYE’yê ya li Iraqê dabû û balefira rêwiyan a Ûkraynayê ‘bi şaşî bûbû hedef’ û 176 kes miribûn.