Îran jî wê li hemberî DYE dest bi zextan bike

Îranê jî diyar kir wê li hemberî DYE dest bi zextan bike.

Dema ku bi Îranê re li ser meseleya nukleerê muzakere dihate kirin Washîngtonê derbarê du saziyên Îranê û berpirsên wê bi hinceta ‘mafên mirovan bin pê kirine’ biryara zextan dabû.

Îranê jî hincetên Wezareta Xezîneyê ya DYE peyv bi peyv wergirt û derbarê sazî û dezgehên DYE biryara zextan da.

Alîkarê Serokê Erka Darazê Kazim Garîbabadî diyar kir ku wê demeke nêz de lîsteya zextan a li hemberî sazî û kesayetên DYE eşkere bikin.