Îran: Eger Iraq û Sûriye bixwazin em ê tavilê vekişin!

Şêwirmendekî lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney got, eger Bexda û Şam bixwaze ew ê 'şêwirmend'ên xwe yên leşkerî tavilê vekişînin.

Alî Ekber Velayetî li Moskovayê civîneke çapemeniyê li dar xist û ev îdîa kir: "Hebûna Îran û Rûsyayê li Sûriyeyê ew e ku welêt ji komên terorîst û êrîşên Amerîkayê biparêze."

Velayetî got, "Ne bi zexta Amerîka ya jî Îsraîlê, eger hikumetên Iraq û Sûriye bixwazin em amade ne ku tavilê ji wan welatan vekişin."

NETANYAHÛ: TIŞTEKÎ KU ESAD JÊ BITIRSE NÎNE

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû roja Çarşemê ji Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re got, sedemeke ku Beşar Esad ji Îsraîlê bitirse nîne. Netanyahû ji Pûtîn xwest, hêzên Îranê ji Sûriyeyê derkevin.

Alî Ekber Velayetî da xuyakirin ku ji bo pozîsyona leşkerî ya Îranê ya li Sûriyeyê diyar bikin, ew bi Moskova û Şamê re di nava koordîneyekê de dixebitin.