Îran dixwaze du milyon penaberan dersînor bike

Rayedarên Îranî ragihandin ku ew dixwazin heya Adara 2025’an du milyon penaberên bêbelge dersînor bikin.

Li Îranê ev çend meh in nîqaşên têkildarî penaberên ku ji Efxanistanê derbasî Îranê bûne, berdewam dikin.

Ji dema Talîbanê li Kabûlê desthilatdarî bi dest xist heya niha, bi milyonan penaber ji Efxanistanê reviyane. 

Wezîrê Karên Hundir Îskender Momenî roja Duşemê di roportajekê de têkildarî rewşê axivî û di roportaja xwe de penaberên Efxan weke ‘’kesên medenî’’ pênase kir û got: ‘’ Îran nikare ev qasî zêde penaberan bihewîne.’’

Her wiha Momenî got: ‘’Ji bo ku em vê meseleyê bi awayekî organîzekirî û bêyî tundûtûjiyê çareser bikin, me planeke heye.’’

Ferrmandarê hêzên ewlekariya Îranê Ahmed-Reza Radan jî roja Sêşemê di roportajekê de teyîd kir ku rayedarên Îranê dixwazin ku heya dawiya Adara 2025’an 2 milyon penaberên bêbelge dersînor bikin.

Li gorî saziya penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a niha li Îranê nêzîkî 4,5 milyon penaberên Efxanî hene ku piraniya wan bê belge ne.

Medyaya Îranê jî dibêje ku ev reqem zêdetir e ku li gorî hin texmînan ev hejmar 6 milyon e û li gorî hin texmînên din jî 8 milyon e. Ku piraniya penaberan li bajarên mezin bi pereyên kêm di înşeat û kargehên biçûk de dixebitin. 

Îran jî plan dike ku li bakurrojhilatê welat, li ser sînor dîwarekî çêbike.

Pakistana cinarê Efxanistanê jî di destpêka vê salê de ji bo ku penaberên Efxan dersînor bike, operasyoneke mezin da destpêkirin.