Îran bi Trûmp re perspektîfa muzakereyê nabîne

Wezareta Karê Derve ya Îranê got li ser îhtîmala lihevkirinê ya Tehranê ya bi Trûmp re ew ne ne zêde xweşbîn in û got bi DYE'yê re ''perspektîfeke ti hevdîtinê nabînin'.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp Duşemê dema serdana Japonya kirî got, ''Biya min Îran wê lihevkirinekê bixwaze''. Trûmp got, ''Biya min tiştekî wiha dibe''.

Rêveberiya Trûmp piştî ku Gulana 2018'an yek alî ji peymana nukleerê ya 2015'an a bi Îranê re vekişiya, li ser Îranê dîsa ambargo danî. Rêveberiya Trûmp van çend mehên dawî zexta li ser Îranê jidand.

Berdevkê Karê Derve yê Îranê Abbas Mûsavî got di rewşa berdest de ew ''Bi Emerîkayê re ti perspektîfa hevdîtinê nabînin.''

Mûsavî got, ''Îran guh nade gotinan. Ji bo me ya girîng guherîna nêzîktêdayin û tevgeran e''.

DYE'yê herî dawî got îran li dijî hêzên DYE'yê yên li herêmê haziriya êrîşan dike û leşkerên xwe kire alarmê. Pentagonê leşkerên xwe yên li Kendavê zêde kirin. Keştiyeke şer û balafirên şer şand. DYE'yê her wiha Zêrevanên Şoreşê yên Îranê kire nav lîsteya  ''rêxistinên terorîst''.

Zêdebûna rageşiyê rê li metirsiyên şer vekir. Trûmp di serdana Tokyoyê de got ew ne li pey wê ne ku li Îranê rejîmê biguherin. Trûmp her wiha got, ''Ez dixwazim zelal bikim; em dixwazin ku çeka nukleer nebe''.