Îran: Balafir teqez bi fuzeyê nehate xistin
Wezîrê Rêxistina Hewakariya Sivîl a Îranê Alî Abîdzadeh bersiv da îdîayên ku dibêjin balafira Ûkraynayê bi fuzeya Îranê hatiye xistin.
Wezîrê Rêxistina Hewakariya Sivîl a Îranê Alî Abîdzadeh bersiv da îdîayên ku dibêjin balafira Ûkraynayê bi fuzeya Îranê hatiye xistin.
Alî Abîdzadeh civîneke çapemeniyê li Tehranê pêk anî û got, "Tişta teqez ew e ku balafir bi fuzeyekê nehate xistin."
Abîdzadeh anî ziman ku lêkolînkirina agahiyên di 'Qutiyê bîrê' ya balafirê girîng e û diyar kir, daxuyaniyên bêyî eşkerebûna van agahiyan hemû nêrînên pisporî nînin.
Balafira bi tîpa Boeîng a Ûkraynayê ku 176 kes tê de bûn piştî ku 8'ê Çileyê ji Tehranê rabû di nava çend deqeyan de ketibû xwarê. Piraniya rêwiyên wê jî Îranî û Kanadayî bûn. Lê belê Ûkraynayî, Afgan, Îngiliz û Swêdî jî di nava rêwiyan de hebûn. Balafir heman piştî êrişa bi fuzeyan a Îranê ya li dijî baregehên DYE yên li Iraqê kete xwarê. Kanada û Îngilistan îdîa dikin ku balafir bi şaşitî bi fuzeya Îranê hatiye xistin. Di vê der barê de jî hin dîmen ketin ser medya civakî, lê belê hîn nehatin piştrastkirin ku rast in an na.
Abîdzade got, "Me hin dîmen dîtin" û diyar kir, "Em piştrast dikin ku ji 60 heta 70 saniyeyî agir bi balafirê dikeve. Lê belê ji aliyê zanistî ve neraste ku bê gotin tiştek li balafirê ketiye."