Îngîltere wê leşkeran bişîne ser sînorê Polonyayê

Di vê krîza koçberan de Îngîltere wê leşkeran bişîne ser sînorê Polonyayê.

Krîza koçberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê kûr dibe. Bi hezaran kes di sar û sermayê de asê mane. Îngîltere ji bo parastina sînorê Belarûsê wê 10 leşkeran bişîne.

Wezîrê Parastinê yên Polonyayê jî diyar kir wê yekîneyên Îngîltereyê wê bendên li ser sînor ‘xurt’ bikin.

Roja Înê jî piştî ku balefirên Rûs li qada hewayî ya Belarûsê geriyan, paraşutvanên Rûs û Belarûsê tatbîkateke hevkar kirin.

Yekîtiya Ewropayê jî diyar kir ku wê piştî hefteya bê zextan li Serokkomarê Belarûsê Alexander Lûkasenko û rejîma wê bikin.

Alîkarê Serokatiya DYE’yê Kamala Harrîs jî roja Înê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû DYE ji ber bûyerên li ser sînor bi fikar e.

Ûkraynayê jî diyar kiribû ku wê herî kêm 8500 leşker û polîsan bişîne ser sînorê Rûsyaya Spî.

Li gorî agahiyan li ser sînor heta niha heşt kes mirine lê saziyên civakî yên sivîl diyar dikin hejmara rastîn dibe ku zêdetir be.

Li gorî texmînan nêzî 2 hezar kes li vir in û daxwaza penabertiyê li Yekîtiya Ewropayê kirine.