Îngilistanê qanûna koçberiyê ya bi niqaş erê kir

Parlamentoya Îngilistanê, tevî rexneyan qanûna bi armanca rakirina ji holê ya mafê ketina welêt neqanûnî erê kir

Kamaraya Lordan a Îngilistanê, qanûneke koçberiyê ya nû erê kir.

Armanca bi erêkirina qanûnê ew e ku, rê li ber koçberiya neqanûnî bê girtin. Bi qanûnê, wê Wezareta Karên Navxweyî bikare koçberên ne bi qanûnî ketine welêt, dersînor bike. Koçber ya wê li welatê xwe bên vegerandin ya jî sirgûnê Rûandayê bên kirin. Piştî ketina meriyetê wê çi bi koçberan bibe ne diyar e.

Hikûmeta mihafizekar, bi derxistina qanûnê kêmkirina ketina welêt a koçberan ji xwe re dike armanc. Li Îngilistanê û di nav saziyên navneteweyî de gelek rexne hatin kirin. Mixelefetê rexne li erêkirina qanûnê kir. Parlamentera Partiya Karkeran Stella Creasy, got: ‘’Wê nekare kelekan bisekinîne. Wê zarok mehf bibin.’’

NY: BI QANÛNÊ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN

Neteweyên Yekbûyî, îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku qanûna koçberiyê ya Îngilizan li dijî hiqûqa navxweyî ye.

Serokwezîr Rîshî Sûnak ku mihafizekar e, têkoşîna li dijî koçberiya neqanûnî ji xwe re kiriye armanc. Lê divê Charlesê 3’yemîn ji vê nivîsarê re bibêje erê.