Îngilistanê ji bo Jîna Emîniyê biryara danekirinê li ser rayedarên Îranê da

Îngilistanê, beriya salvegera kuştina Jîna Emîniyê, Wezîrê Çandê û Şaredarê Tehranê jî di nav de, biryara danekirinê li ser gelek rayedarên Îranê da.

Wezareta Karên Derve bi daxuyaniyekê ku da çapemeniyê, diyar kir ku wan, DYE, Kanada û Awûstralyayê bi hev re biryara danekirinê li ser rayedarên Îranê daye.

Wezaretê destnîşan kir ku wan bi van danekirinan xwe daye ser rayedarên Îranê yên payebilind ku ji amadekirin û pêkanîna qanûna mecbûrîbûna girtina serê xwe li Îranê berpirs in.

Bi danekirinan bi taybetî Wezîrê Çandê Mihemed Mehdî Îsmaîlî, alîkarê wî Mihemed Haşemî, Şaredarê Tehranê Alîreza Zakanî û berdevkê polîsan Said Mûntazer El-Mehdî tên armanckirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de cih ji bo van dîtinên Wezîrê Karê Derve yê Îngilistanê James Cleverly hatiye veqetandin: ‘’Salek piştî ku polîsên exlaq ên Îranê ku Mahsa Emînî (Jîna Emînî) kuşt, silav li jinên Îranî dikim ku ji bo azadiyê têdikoşin.’’