Îdîaya ku ‘Siûdiyan qedexe aniye ser şîrketên Elman û nahêin ku îhaleyan bistînin'

Tê gotin Siûdî bi hinceta ku têkiliyên aborî yên Elmanyayê yên bi Îranê re nahêle ku şîrketên mezin ên Elman bikevin îhaleyên dewletê.

Li gorî îdîaya kovara Der Spîegelê, Mîrê Siûdî Mihemmed bîn Selman asteng kiriye ku gelek şîrketên Elman bikevin îhaleyên dewletê.

GELEK ŞÎRKETÊN MEZIN HENE

Li gorî nûçeya Spîegelê di nav van şîrketan de Sîemens, Bayer û Boehrînger jî hene ku demeke dirêj bi Wezareta Parastinê ya Siûdî re xebitîbûn. Her wiha tê gotin qedexe li ser  Daîmlerê jî danîne ku yek ji mezintirîn hilberînerê wesayitan e.

Têkiliyên Siûdî û Elmanya herî dawî Mijdara 2017’an  li ser îdîaya ku Serokwezîrê Lubnanê Seîd Herîrî bi zorê li Riyadê tê girtin ketibûn krîzê. Wezîrê Karê Derve yê wê demê yê Elman Sîgmar Gabrîel gotibû divê destûr hebe ku Herîrî biçe welatê xwe. Li ser vê jî Siûdiyan bang li sefîrê xwe yê li Berlînê kiribûn.

Nêzî 800 şîrketên Elman li Siûdî îxracatê dikin û 2017’an van şîrketan bi bihayê 6,6 milyar euro îxracat kirine. Ev ji îxracata van şîrketan a ku  li Îranê dikin du caran zêdetir e.

ELMAN JI WINDAHIYÊN ZÊDETIR DITIRISIN

Piştî krîza ku bi kêmbûna fiyetên petrolê rû dabû, ya sala 2014’an Siûdî hewl didin ku aboriya xwe pirreng bike û sîstemê reforme bike.

Planên veberhênanê yên bi bihayê bi sedan milyar dolarî, yên Mîr Mihemed bîn Selman, ku lîderê rastî yê Siûdî tê qebûlkirin, dike ku dilê gelek welatan bibije ser van planan. Tenê ji bo ku projeya bajarê modern ku navê NEOM lê hatî kirin, ku wê li peravê Behrasor were avakirin, 500 milyar dolar bûdçe hatibû veqetandin.