Îdîaya ku Îsraîlê bi moşekan li Şamê daye

Hate ragihandin hêzên hewayî yên Îsraîlê êrîşî Sûriyeyê kirine û li dijî vê êrîşê jî sîstema parstinê ketiye dewreyê.

Li gorî nûçeya ajansa Sana’yê, di saet derdorî 23’an de balafirên Îsraîlê êrîşeke ya bersivdayînê pêk aniye. Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de hate ragihandin ku li depoyeke ya Hewayî ya Navneteweyî ya Şamê hatiye xistin.

Rayedarekî ji Wezareta Guhestin a Sûriyeyê ku agahî da ajansê, ji ber êrîşê ji bo veguhestina hewayî ti astengiyek derneketiye.

Li gorî Mala Çavêdriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, êrîş li dijî yekîneyeke ya girêdayî Hîzbûllaha Lubnan û Îranê ya li balafirgehê ye, hatiye kirin.