Tê gotin ku kurê Ûsama Bîn Ladîn hatiye kuştin

Hate gotin di destê DYE'yê de agahî li ser kuştina kurê Usama Bîn Ladîn hene.

Li gorî îdîaya televizyona NBC'yê kurê Usama Bîn Ladîn ê ku 2011'an hatibû kuştin, Hamza Bîn Ladîn miriye. New York Tîmesê jî ev agahî piştrast kir. Lê li gel vê jî nayê gotin bê ka kengî û çilo Bîn Ladîn miriye.

New York Tîmesê jî got Hamza Bîn Ladîn, ku di nav lîsteya reş a DYE'yê de ye, di nav van 2 salan de dibe ku miribe.  Rojnameyê got dibe ku rêveberiya Donald Trûmp ku bêdengmanê hildibijêre  di operasyona kuştina Hamza Bîn Ladîn de karîger be.

Emerîkayê 1 milyon dolar xelat danîbû ser girtina Hamza Bîn Ladîn. Usama Bîn Ladîn ku demeke dirêj rêveberiya El Qaîde dikir, 2011'an li Pakîstanê bi operasyonekê hatibû kuştin.