Êrîşkarê li New Yorkê êrîş 'bi tena serê xwe' plan kirin!

Zelal bû ku teqîna li metroyeke New Yorkê rû da, êrîşeke terorîstî ye. Eşkere bûbû ku Akayed Ûllah ê ji Bangladeşê ku bi birîndarî rizgar bû, ji bo komkujiyê bike bombe teqandiye.

Êrîş li metroya New Yorkê, li tuneke peyayan a nêzî Tîmes Sqûareyê rû da û di encamê de êrîşkar û 3 rêwî birîndar bûn.

Şaredarê New Yorkê Bîll de Bladîo da xuyakirin ku terorîstê bi eslê xwe Bangladeşî 'bi tena serê xwe' tevgeriya ye. Zelal nebû ku êrîşkar bi rengekî xwekujî êrîş kiriye yan na.

Rayedarekî polîsan ê nexwest navê xwe eşkere bike û ji New York Tîmesê re axivî, diyar kir ku Akayed Ûllah di îfadeya xwe ya destpêkê de li ser vê mijarê bersiveke zelal nedaye.

Li gorî rayedarên polîsan, Ûllah ji dest û zikê xwe birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê. Hê têkiliya Ûllah bi rêxistinekê re nehatiye zelalkirin.