Êrîşên li ser xebatkarên mirovî pir zêde bûne

Neteweyên Yekbûyî diyar kir 2019'an tundiya li ser xebatkarên mirovî bi qasî ku beriya niha nebûyî pir zêde bûye.

Li gorî rapora NY'yê ku xwe spartiye ser daneyên navenda Humanitarian Outcomes 2019'an êrîşên li ser xebatkarên mirovî hemû salên beriya niha derbas kiriye. Par êrîş çûbû ser 483 xebatkarên mirovî, 125 kes hatibûn kuştin û 234 birîndar bûbİûn, 277 kes hatibûn desteserkirin.

Hijmara qurbanîyan li gorî 2018'an 18 ji 100'î zêdetir bûye.

NY'yê diyar kir îsal jî van heftiyên dawî li Nîjerê û Kamerûnê 'êrîşên kirêt'' anîne ser xebatkaran, ji destpêka hêla global a Covîd-19'ê ve gelek xebatkarên tendiristiyê li tevahîya cîhanê bûne hedefa êrîşan.

2019'an piraniya êrîşan li Sûriyê, Başûrê Sûdanê, Komara Demokratîk a Kongoyê, Efganîstan û Komara Efrîkî ya Naverastê pêk hatine. Li Malî û Yemenê li gorî salên bihurî êrîş du caran li par zêdetir bûne.

NY'yê diyar kir êrîşên li ser xebatkarên tendiristiyê 2019'an zêdetir bûne û got nexasim li Sûriyê doktor û li Komara Demokratîk a Kongoyê xebatkarên mirovî ku li dijî hêla Ebolayê têdikoşin bûne hdefa êrîşan.