Êrişên li Nîjeryayê: Herî kêm 11 gundî hatin kuştin

Li Nîjeryayê ji ber êrişa li ser gundekî gelek sivîl hatin kuştin. Tê texmînkirin ku êriş ji aliyê çeteyên Boko Haram ve hatiye kirin.

Li eyaleta Borno ya Nîjeryayê ku çeteyên Boko Haram lê çalak in, du êriş hatin kirin û di encamê de herî kêm 11 gundî hatin kuştin. Li gorî nûçeyên hêza milîs a nêzî hikumetê, li paytexta eyaletê Maîdûgûriyê, li dijî du gundên nêzî hev êriş hatin kirin.

Tê texmînkirin ku êriş ji aliyê çeteyên Boko Haram ve hatiye kirin ku li eyaleta Bornoyê gelek caran êrişê dikin.

Di şerê navxweyî de ku sala 2009'an ji ber êrişên çeteyan dest pê kir, heta niha herî kêm 36 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, bi milyonan kes jî ji cih û warê xwe bûne.