Êrîşeke mezin li Fransayê hatibû plankirin!
Hat gotin, madeyên teqemeniyê yên duh li cihekî nêzî paytexta Fransa Parîsê hatin dîtin, ji bo êrîşeke mezin hatine amadekirin.
Hat gotin, madeyên teqemeniyê yên duh li cihekî nêzî paytexta Fransa Parîsê hatin dîtin, ji bo êrîşeke mezin hatine amadekirin.
Li banliyoya Vîllejûîf a Parîsê, di lêgerînê de gelek malzeme bi dest ketibûn ku gelek tupên gazê û qebloyên elektrîkê jî di nav de hebûn.
Li gorî agahiyan, li maleke li Vîllejûîfê, di dema lêgerînê de madeya teqemeniyê ya bi celebê TATP'ê jî hate dîtin. Derketibû holê ku ev made, Mijdara 2015'an di dema êrîşa Parîsê de ku 130 kes hatin kuştin, ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû bikaranîn.
Di nûçeyên medya Fransayê de, ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyên lêpirsînê, hat ragihandin ku du kesên 36 û 47 salî di dema operasyonê de hatine binçavkirin. Li gorî heman çavkaniyê, haya îstîxbaratê yan jî polîsan ji van kesên navborî tine bû.
Yek ji van kesan xwedî mal e û xaniyekî ye. Bi sûcdariya "avakirina rêxistina terorîst", "hilberandin û veguhastina madeya teqemeniyê" ev kesên navborî ketin ber lêpirsînê.