Êrîşa xwekujî ya li Kabîlê DAÎŞ’ê li xwe girt

Êrîşa xwekujî ya li ser dibistaneke leşkerî ya li rojavayê paytexta Efganistan Kabîlê DAÎŞ’ê li xwe girt.

Li gor daxuyaniya ji aliyê polîsên Kabîlê ve hate kirin, êrîşeke xwekujî li dijî Zanîngeha Parastina Neteweyî ya Efganistanê pêk hatiye. Berdevkê polîsan Fîrdevs Faramarz ê daxuyaniyek nivîskî da, ragihand ku teqîn saetên nîvro li nêzî ber deriyê ketina zanîngehê pêkê hatiye.

Polîs diyar kir ku êrîşkar bi peya hatiye û li ser ferqkirina leşkeran berî bigihêje hedefa xwe bombeyên li ser xwe teqandiye.

Polîsên Kabîlê li gorî agahiyê destpêkê diyarkiribû ku 6 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûne.

Li gorî malpera Emerîka SÎTE ya di warê çavdêriya komên îslamî û nîjantperest de pispor in, çeteyên DAÎŞ’ê êrîş li xwe girtine. DAÎŞ’ê îdîa kir ku 50 xwedekarên li dibistana leşkerî perwerde didîtin hatine kuştin.

Akademiya leşkerî ya neteweyî sala 2005’anhatiye avakirin, li vir efserên di asta jor ji bo artêşê tên perwerdekirin.

Beşeke ya zanîngehê baregeheke ewlekariya bilind a leşkerên NATO ku perwerdehiyê didin leşkerên Efganî jî heye.