Êrîşa hewayî li ser Xezayê pêk hat: 2 Filistînî mirin

Piştî ku 2 Filîstînî nêzî xeta ewlehiyê ya li Xazeyê bûn, ku ev Filistîn û Israîlê ji hev vediqetîne, êrîşeke hewayî pêk hat.

Wezareta Tenduristiyê ya Xazeyê ragihand ku 2 Filîstînî hatine kuştin lê derbarê nasnameya wan de ti agahî neda.

Artêşa Israîlê jî êrîşa ku şeva Duşemê pêk hat piştrast kir û got, ''Terorîst bi rengekî bigûmen nêzî benda ewlehiyê ya li başûrê Xeta Xazeyê bûn û objeyek danîn cem bendê.''


Duşemê li ser sînor çalakî hatibûn kirin û di çalakiyan de bi kêmanî 26 Filîstînî bi guleyên leşkerên Israîlê birîndar bûbûn.