Êrîş li Hêza Aştiyê ya NY hate kirin: 7 mirî, 7 birîndar

Li Malî, êrîşek li Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin. Di encamê de 7 kes mirin, 7 jî birîndar bûn.

Êrîşa çekdarî li hemberî Mîsyona Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Malî (MÎNÛSMA) hate kirin. Di êrîşê de 7 kes mirin, 7 jî birîndar bûn.

Ji Berdevkên Sekreterê Giştî yê NY Farhan Haq, di brîfînga çapemeniyê ya rojane de ragihand, ku komên çekdar ên nenas êrîşî kampa MÎNÛSMA ya li bajarê Doûentza yê li Moptî kirine. Haq êrîşa li dijî mîsyona hêza aştiyê şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.