Êlek Zer dadikevin kolanan

Li Fransayê Êlek Zer dîsa xwe amade dikin ku dakevin kolanan. Yek ji pêşengên tevgerê, tevî ku di bin kontrola polîsan de ye jî, banga çalakiya bêîtîhatiya sivîl kir.

Êlke Zer Jerome Rodrîgûes li ser tevnên dijîtal, banga tevlîbûna çalakiyê ya 12’ê Îlonê li Parîsê bê lidarxistin kir.

Rodrîgûez ê li ser Yoûtûbe bi dîmen daxuyaniyek da, ragihand ku wê li ser rêya Champs-Elyseeyê bin.

Hate gotin ku armanca wan tevger û hêrsê bike yek e. Rodrîgûes ê li ser Facebookê jî nivîsan got: “Daxwazên me nehatiye guhertin; ji bo jiyanek hê baştir, hê zêdetir rastî û tevlîbûneke demokrasî, hê zêdetir edaleteke civakî, edaletekî ya bacê. Ji beriya her tiştî rêzdayîna her ferdekî/ê û naskirina wê/î.

Rodrîgûez anî ziman ku Êlek Zer di mehên dawî de tim diyar bûn û got: “Têkoşîn wêbidome.”

Êlek Zeran ragihand ku wê hikûmet astengiyan derbixe, diyar kir ku eger polîs kontrola nasnameyan bikin, banga bêîtîhatiya sivîl kir.

Hate ragihandin ku wê Mîzahcî Jean-Marîe Bîgard li gel aktorên cîhana şevê jî tevlî çalakiyanbibin. Banga 12’ê Îlonê li ser tevnên dijîtal bi hashtaga belav dibe.

BÎLANÇOYA SALEKÊ

Çalakiya Êlek Zeran 17’ê Mijdara 2018’an destpêk kiribû. Li dijî tevgera Êlek Zeran a ku bi awayekî giran sîstem aciz kir, bersiva hikûmetê bi şidetê çewisandina çalakiyê bû. Li gorî bîlançoya Mijdara 2019’an 12 hezar kes hatin destgîrkirn, 3 hezar û 163 hatin mehkûmkirin. Di nava salekê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. 2 Êlek Zer ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Li gorî Wezareta Karê Derve 4 hezar û 439 kes birîndar bûn. Ji van 24 çavê xwe winda kirin, 5 jê destê wan qût bûn, 1 jî lebeta cinsî hatiye birîn, 1 jî lebeta tamsekirinê winda kiriye.