Çîpras: Bi mûxalefeteke çalak em ê xwe ji nû ve ava bikin

Partiya çepgir a Serokwezîr Aleksîs Çîpras di hilbijartinên Yekşemê de yên li Yewnanîstanê derbeke giran xwar. Aktorên krîza aboriyê ya heyî ji nû ve bûn desthilatdar.

Li Yewnanîstanê di hilbijartinê de partiya rastgir Demokrasiya Nû ya Kyriakos Mîçotakîs 39.7 ji sedî yê dengan wergirt, bû partiya serketî û li parlamenta ji 300 parlamenterî 158 parlamenter wergirt.

Partiya Çîpraz Syrîza jî 31.5 ji sedî yê dengan wergirt û hejmara parlamenterên wê ji 144 parlamenteran daket 86'an. Hilbijêr Syrîza sûcdar dike ku sozên xwe pêk neaniye û polîtîkaya teserûfa giran li wan ferz dike.

Mîçotakîs ê 51 salî ku lîderê partiya rastgir e got, "Serdemek bi êş bi dawî dibe" û îdîa kir ku wê bersivê bide hêviyan.

Çîpras qebûl kir ku di hilbijartinê de têk çûye û Mîçotakîs pîroz kir. Serokwezîrê heyî soz da ku wê di mûxalefetê de çalak be û xwe ji nû ve ava bikin.

Di hilbijartinê de partiya KINAL ku ji nava partiya berê ya sosyalîst PASOK'ê ava bû bi wergirtina 22 kursiyan bû partiya sêyemîn. Partiya Komunîst KKE jî 15 kursî wergirt. Partiya Çareseriyê ya Neteweperest jî 10 kursî, pariya MeRA25 a wezîrê berê yê maliyeyê Yanîs Varûfakîs jî 9 kursî wergirt.