Çînê peyk şand rûyê heyvê yê veşartî

Çîn ji bo ku di navbera dinya û heyvê de ragihandinê pêk bîne, peykek şand. Armanc ev e ku rûyê veşartî yê heyvê were keşifkirin.

Peyk roja Yekşemê saet di 05.28’an de bi fuzeya ‘Chang Zheng 4C’yê hate firandin.

Ji ber ku Çîn welatê yekemîn e ku peykekê dişîne rûyê heyvê yê veşartî, ev pêşveçûn gelekî girîng e. Peyvak bi navê ‘Qûeqîao’ ew ê 455 hezar kîlometre dûrî dinyayê be û ew ê li qada ku hatiye şandin yekemîn peyka ragihandinê ya dinyayê be.

Çîn dixwaze di warê fezayê de bibe hêzeke cîhanî. Rêveberiya Pekînê heta sala 2030’an ji bo ku karibe xwe bigihîne Ewrûpa û DYA’yê di rêveberiya artêşê de ji bo bernameyên fezayê bi milyaran eûroyan veberhênanê dike. Çîn hewl dide di salên bê de îstasyonên taybet ên fezayê ava bike yên ku mirov dikarin tê de bijîn.