Çînê dîsa gef li Teywanê xwar

Rêveberiya Çînê dîsa gef li hêzên serxwebûnxwaz ên Teywanê xwar û got, dibe ku rêya zorê jî biceribînin.

Serokkomarê Çînê Şî Cînpîg got, li dijî 'hêzen derve', 'serxwebûnxwaz' û 'cihêkar' ku li dijî yekbûna Pasîfîkan dertên, welatê wî wê her cure tevdîran bistîne û got, ''Çîn wê bibe yek''.

Teywan û Çîn piştî ku şerê navxwe yê Çînê 1949'an qediya û li Pekînê komunîst hatin ser kar, xwedî rêveberiyên cuda ne. Çîn, girava Teywanê weke yek ji eyaletên xwe dibîne û dixwaze du aliyê tengavê bike ye.

Van 40 salên dawî li gel ku têkiliyên Çînê û Teywanê baş in jî, rêveberiya Pekînê dibêje hek yekalî serxwebûn were ragihandin an jî destwerdaneke derveyî bibe, ji bo sazkarkirina desthilatê ew dikarin hêzê jî bidin pêş.

Şî Cînpîng got, ''Serxwebûn Teywanê nagihîne devekê. Divê Çîn wereyekkirin û wê were yekkirin.''