Çînê bi 'terorîzma aborî' DYE sûcdar kir

Alîkarê Wezareta Karên Derve yê Çînê Zhang Hanhui nerazîbûn nîşanî DYE'yê da û got, destpêkirina şerê bazirganiyê 'terorîzma aborî' ye.

Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), serê meha Gulanê baca gumrukê ya li ser gelek malên Çînê zêde kiribû.  Alîkarê Wezareta Karê Derve yê Çînê Zhang Hanhui, di derbarê mijarê de axivî û got, "Fişarên aborî yên ku bi awayekî sîstematîk tên pêkanîn, terorîzma ekonomîk e. Em bi biryar li hemberî zêdekirina baca gumrukê û parastina vê yekê disekinin.

Ev şerê aboriyê ku plankirî ye, terorîzma aborî, şovenîzma aborî û bi awayekî eşkere tacîza aborî ye."

Di demekê de ku lihevkirina Washington û Pekînê ya aboriyê di rojevê de bû, pêşketina şerê aborî ya di navbera her du welatan de, nakokî bi xwe re anîn. Bi biryara DYE'yê ya zêdekirina baca gumrukê ev rageşî zêdetir bû.

Hikumeta DYE'yê serê meha Gulanê qedexe danîbû ser malên şirketa Çînê Huaweiyê û vê yekê jî rê li ber qeyranê vekiribû.