Çîn wê êdî nebe sergoyê Emerîka û Ewropayê

Çîn ku dixwaze ji îmaja 'sergoyê cîhanê' rizgar bibe, deranîna bermahiyên hişk ji 1'ê Çileyê û pê ve teqez bi dawî dike.

Li gorî biryara rêveberiya Komara Gel a Çînê, anîna bermahiyan ji Ewropa û Emerîkayê êdî teqez tê qedexekirin.

Bi biryara nû re, di serî de ji Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) wergirtina çopê ji welatên cuda bi temamî tê qedexekirin. Di nûçeya Ajansa Çînê ya Nû de hate gotin, "Bi kîjan rê û rêbazê dibe bila bibe, deranîna bermahiyên hişk êdî qedexe ye. Ev qedexe wê di 1'ê Çileya 2021'ê de bikeve meriyetê."

Nûçeyê agahiyên xwe spart daxuyaniya hevpar a Wezaretên Hawirdor û Bazirganiyê yên Çînê û Komîsyona Plansaziya Aboriya neteweyî û Îdareya Gumrukê.

Çîn ku bermahiyên hişk û çopê ji gelek welatan werdigire, beriya niha jî gelek cûreyên bermahî û çopê qedexe kiribû. Çopên plastîk, parçeyên wesayitan, kaxiz, tekstîl, pola û bermahiyên daran ku bi salan ji gelek welatan dihatin anîn, di nava sê salên dawî de gav bi gav hatibûn bidawîkirin.

Komara Gel a Çînê bi salan e dixwaze xisara li xwezayê ya ji ber çopa ji welatên din tê anîn bi dawî bike. Lê belê ev polîtîka ne bi dilê Ewropa û Emerîkayê bû ku bi salan çop û bermahiyên xwe dişand welatên cuda.

Welatê pêşketî, heta ku çareseriyeke mayinde peyda bikin, çopa xwe ya pîşesaziyê û bermahiyan dişînin welatên cuda. Çop û bermahiyên ku bi taybetî ji welatên Asyayê re tên şandin, piştî ku tên şuştin û paqijkirin, ji bo hilberîna pîşesaziyê weke madeyê tên bikaranîn.