Çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê 45 şervanên rejîmê kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê ji roja Yekşemê ve êrîşî hêzên girêdayî rejîma Sûriye yên li rojhilatê welat dike. Di êrîşan de herî kêm 45 kes hatin kuştin.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, çeteyên DAIŞ’ê roja Yekşemê li Girava Firatê êrîşî  hinek gundên di destê rejimê de kir. Hate ragihandin ku çeteyan 4 gundên li ser rêya Bûkemal a ku li ser sînorê Iraq û Dêra Zorê dagir kirin.

Ev gundên hatine dagir kirin, li derdora gundê Hajîn yê dibin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de cih digre.

RÛSYA DESTEKA HEWAYÎ NADE!

Hate ragihandin di vî şerî de ku 45 şervanên bi ser rejîmê ve hatine kuştin, her wiha 26 çeteyên DAÎŞ'ê jî hatin kuştin. Li aliyê din kesên girêdayî rejîmê yên hatine kuştin zêdetir endamên milisên Şîî ne. Tê îdîakirin ev kesên hatine kuştin bi taybet ji Iraq, Afanistan û Hîzbûllah Libnanê hatine.

Li gorî Mala Çavdêriyê Rûsyaya ku îtifaqê herî mêzin yê rejîmê ye heta niha hêzên hewayî ji bo alikariyê ne şandiye.

Hinek herêmên biçûk yên li rojhilatê Sûriyeyê di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye. Çetayan di 2014’ê de bi dagirkirina Mûsilê re herêmeke berfireh  a Iraq û Sûriyeyê dagir kirin. Çeteyên DAIŞ’ê bi taybet piştî serketina Kobanê derbên giran dixwin û bê navber xakên di destê xwe de winda dike.