Çeteyên DAÎŞ'ê vê carê êrîş birin ser Xaneqînê

Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser gundê Qaye ya nehyeya Gulala ya Xaneqînê ku Erebên Şiî û Kurd bi hev re lê dijîn. Di êrîşê de sê jê zarok 7 sivîl birîndar bûn, derbarê 2 sivîlan agahî tine.

Çeteyên DAÎŞ'ê piştî êrîşa li ser Kerkûk, Dakûk, Xurmatû şeva Duşemê êrîş birin ser gundê Qaye ya nehyeya Xaneqînê Gulala.

Êrîş saet 22.00'an pêk hat. Li gundê ku Kurd û Ereb bi hev re lê dijîn sê jê zarok 7 sivîl birîndar bûn  û agahî ji 2 sivîlan tine.

Midûrê  Polîsan ê Xaneqînê got gundiyan bersiv dane êrîşê û bi qasî nîv saetê şer çêbûye. Li gorî jêderên ewlehiyê çeteyên DAÎŞ'ê sê mal û sê wesayit şewitandin.

Çeteyên DAÎŞ'ê Tebaxê jî êrîş biribûn ser heman gundî. Di vê êrîşê de gundî neçar mabû ku gundê xwe berdin.
Çeteyan 3'yê Îlonê êriş birûbûn ser gundê Ebûşahir ya bajarokê Yayçî Kerkûkê û 10 kes kuştibûn.