Çepgirên Fransa li dijî Macron çalakiyan li dar dixin

Li Fransayê li ser banga partiya çepgir a herî mezin France Insoûmîse (Fransaya Serî Natewîne) bi dehan tevger û sendîka îro li dijî polîtîkayên lîberal ên Serokkomar Macron li tevayî welat dadikevin qadan.

Di hilbijartinên 2017’an de namzetê herî bihêz a çepgir Jean-Lûc Mêlenchon, li ser banga partiya çepgir France Insoûmîse (FI) îro li dijî polîtîkayên Emmanûel Macron bi navê ‘cejna Macron’ çalakî tê palankirin. Mêlenchon û gelek siyasetmedar diyar kirin ku çalakiyên îro ‘lêhiya mirovan a li dijî Macron’  wê were nîşandan.

Di serî de li paytext Parîs û tevayî Fransa wê çalakî werin lidarxistin, Partiya Komunîst a Fransa (PCF), sendîkaya CGT, yekîtiya xwendevanên çepgir UNEF û Tevgera Aşitiyê jî di nav de zêdetirî 60 partiyên siyasî, sendîka û yekîtî beşdarî çalakiyan dibin. Ji bo van çalakiyên  di serê vê mehê de hatibû ragihandin ku wê bi beşdarbûna gelek kesan tevdîrên ewlehiyê werin girtin.

ARMANC JI NÛ VE ŞIYARKIRINA ENIYA GEL A 1930’Î YE

Di hedefa çepgirên Fransa de li dijî polîtikayên rastgir û lîberal ên bi deh hezaran sal ya bloka Partiya Sosyalîst (PS) ji nû ve hişyarkirina eniya yekîtiya çepgir a salên 1930’i ye.

Di dîroka Fransayê de bi hevgirtina gelek partiyên çepgir ku Eniya Gel (Front Populaîre) di sala 1936’an de bû desthildatdar, weke gelek qanûnên ewlehiya civakî û mafên civakê xistitiye meriyetê tê zanîn.