Çavkaniya çekên di destê DAIŞ'ê de dîsa bû mijara gotûbêjê

Dîsa bû rojev ku çeteyên DAIŞ’ê bi kîjan çekan ev bi salan e li Sûriyê û Iraqê dagirkeriya xwe didomîne, di raporekê de hate gotin çete  çekên ku didane komên bi navê ‘muxalîf’ bi kar anîne.

Di ropora  ji aliyê Conflîct Armament Research (CAR) ve hatî weşandin de tê ragihandin ku 40 hezar curên çekan û menşeya cebilxaneyên ku çeteyên DAIŞ'ê di 3 salên dawî de bikar anîne hatine lêkolîn kirin. Li aliyê din dîsa di raporê de tê xuyakirin ku beriya niha li Tirkiyeyê di bin navê komên mûxalif de ji bo çek bigihîje çeteyên El Nûsra û DAIŞ'ê taktîkên parastinê radixe ber çavan.

ÇEKÊN KU DIDANE MÛXALIFAN KETIN DESTÊ DAIŞ'Ê

Di raporê de tê gotin ku çekên ku didane komên 'Mûxalif' yên da ku li dijî rejîma Esad şer dikin, ketine destê DAIŞ'ê de. Her wiha di raporê de tê gotin ku çekên Amerîka û Erebîstana Siûdî yên bi rêyên illegal ji bo çeteyan dihate dayîn hatine bikaranîn û di rewşên normal de ev çek rasterast dane koman.

Di agahiyên nava raporê de tê gotin ku çekên ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Erebîstana Siûdî ve bi awayekî dî ji komên din ketine  destê çeteyên DAIŞ'ê de.

PIRANIYA ÇEKAN JI ARTÊŞA IRAQ Û SÛRIYEYÊ NE

Di raporê de bi berfirehî nayê gotin bê ka ev çek çawa ketine destê DAIŞ’ê û hate gotin, di hin rewşan de çek di dema şer de ketine destê çeteyan.

Di rapora CAR’ê de tê gotin ku çekên di bin navê komên mûxalif de, çeteyên DAIŞ'ê beşek mezin yê çekan di dema şerê bi artêşa Iraq û Sûriyeyê de bi dest xistiye.

HINEK ÇEKÊN KU DYA' YÊ DIGOT 'DIBE KU HINEK MUTTEFÎKÊN ME DABE' HEBÛN

Rapor veguhaztina çekên ku salên çûyî derketin  holê û bi rêjeyeke zêde Tirkiye jî di nav vî karî de ye bi bîra mirov tîne.

Her wiha par li ser îdîayên li medyaya dinyayê rayedarên Amerîkî gotibûn çekên wan bêyî agahiya wan ketine destê komên çete. Rayedarekî gotibû, ‘’Em çekan nadin lê dibe ku hin hevkarên me dabin’.

Derketibû holê ku ji ‘hevkar’an mebest Tirkiye bû.