Çalakiyên xwendekaran ên li Fransayê dewam dikin

Li Fransayê, li dijî reforma zanîngehê ev çend roj in xwendekar çalakiyan dikin. Polîsan dest li xwendekaran werdan.

Di serî de li paytext Parîsê, xwendekarên li zanîngehên gelek bajarên mezin, li dijî krîterên giran ên hikumet ji bo hin beşên zanîngehê ferz dike, çalakiyan li dar dixin. Li hin zanîngehan bi mehan e çalakî têne kirin.

Li gelek zanîngehan, avahiyên fakulteyê bi rojane ji aliyê xwendekaran ve hatine girtin. Ders û ezmûn hatine betalkirin. herî dawî li Zanîngeha Sorbonneyê ku yek ji zanîngehên sembola tevgera xwendekaran a 68'an e, 20 xwendekaran danê êvarê çalakî kirin. Lê belê polîsan dest lê werdan û bi zorê çalakî qedandin.

Rektoriya Zanîngehê îdîa kir ku ji danûstandinên bi xwendekaran re encam derneketiye û destûr da polîsan ku dest li xwepêşandanê werdin.

Li Zanîngeha Strasbourgê jî rojên Duşem û Çarşemê çalakiyên blokajê hatibûn kirin. Li zanîngehên din jî çalakî hatibûn kirin û ders û ezmûn hatibûn astengkirin. Li 10 zanîngehan hê jî çalakî dewam dikin.