Çalakiyên li Nîkagarûayê zêde dibin: Şeş rojan 27 kes mirin
Li Nîkaragûayê, çalakiyên protestoyî yên li dijî desthilatdariya Serokkomar Daniel Ortega ku gerîlayekî berê ye, zêde dibe. Di nava şeş rojan de 27 kes mirin.
Li Nîkaragûayê, çalakiyên protestoyî yên li dijî desthilatdariya Serokkomar Daniel Ortega ku gerîlayekî berê ye, zêde dibe. Di nava şeş rojan de 27 kes mirin.
Neteweyên Yekbûyî xwest, li ser kesên di dema çalakiyên şermezarkirina reforma teqawîtiyê de jiyana xwe ji dest dan, lêpirsîneke bi lez, serbixwe û zelal bên destpêkirin. Neteweyên Yekbûyî işaret bi ihtimala înfaza bê daraz kir. Yekîtiya Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Vatîkanê jî bikaranîna hêza zêde rexne kirin û ji bo aramiyê bang kirin.
Çalakiyên tên kirin, ji dema desthilatdariya 11 salan a Ortega û vir ve weke çalakiyên herî mezin ên bi hêrs tên dîtin. Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Nîkaragûayê, di çalakiyan de ku hefteya derbasbûyî roja Çarşemê dest pê kirin, yek jê kameramann 26 kes mirine. Hevsera Serokkomar Rosario Murillo ku di heman demê de Alîkara Serokkomar e got, di çalakiyan de polîsek hatiye kuştin.
Li welatê Amerîka Navîn Nîkaragûayê, piştî çalakiyên protestoyî reforma li ser teqawîtiyê roja Yekşemê hate vekişandin, lê hêrsa çalakgeran neqediya. Roja Duşemê bi deh hezaran karker, xwendekar, gundî û karsaz tevlî çalakiyan bûn.
Ortega piştî serokatiya xwe ya navbera salên 1979-1990'î, di sala 2008'an de jî ji nû ve bû desthilatdar.
Çalakiyên tên kirin weke nerazîbûna li mercên giran ên jiyanê û 'desteserkirina' desthilatdariyê ji aliyê Ortega ve, tên dîtin.